Sazîya Ewlekarîya Federal a Rûsyayê (FSB) ragihand ku ciwanek ji ber gefa amadekirina êrîşeke terorîstî li parka Tsaritsyno ya Mosko hate girtin. Ev operasyon piştî agahdarîyekê ji alîyê Amerîkayê ve pêk hat.
Li gorî FSB, ciwan li ser TikTokê wêneyên xwe bi cilên taktîkî, maske û tiştekî dişibiya çekeke otomatîk belav kiribû. Di wêneyên din de wî xwe li parka Tsaritsyno nîşan dabû û nivîsîbû: "Min cihek dît."
Di lêgerîna mala wî de, polîsan cil û kelûpelên ku di wêneyan de derket bûn, hatin dîtin. Herwiha di têlefona wî de aboneya ji kanala neo-Nazî ya Telegramê û lêgerînên derbarê êrîşên terorîstî û kuştinên girseyî hatin dîtin.
FSB spasî alîyê Amerîkayê kir ji ber agahdariya ku dabû. Parka Tsaritsyno roja Şemîyê ji bo tedbîrên ewlehîyê demkî hatibû girtin. Komîteya Lêkolînê ya Rûsyayê niha li ser gavên yasayî yên pêwîst radiweste û biryarê dide.