Raport: Serokê Mossadê Serdana Washingtonê Kir

Alayê Amerîka û Îsraîlê li Washington

Serokê ajansa îstixbarata Îsraîlê (Mossad), Roman Gofman, roja Înê gihîştiye Washingtonê da ku bi berpirsyarên payebilind ên rêveberiya Serok Donald Trump re derbarê şerê Îranê hevdîtinan bike, raport dibêjin.

Li gorî malpera Axios û medyaya Îsraîlî, Gofman dê bi serokê CIA, John Ratcliffe, re hevdîtinê bike. Herwiha tê pêşbînîkirin ku di rojên dawîya hefteyê de, biçe Miami da ku ligel nûnerê taybet ê Koşka Sipî, Steve Witkoff jî hevdîtinekê bike.

Ne hikûmeta Îsraîlê û ne jî ya Amerîkayê serdana Gofman piştrast kiriye.

Serdana Gofman, ku yek ji kesên herî nêzîkî serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ye, di demekê de tê ku Netanyahu ji Amerîka dixwaze operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê ji nû ve dest pê bike.

Lê heta niha serok Trump li ser daxwazên Netanyahu û vegerîna şerê rasterast yê bi Îranê re razî nebûye. Li gor berpirsekî Amerîkî, her du serok di 5'ê Mijdarê de bi rêya telefonê li ser şerê Îranê axivîne.

Trump li şûna şer piştgirî daye siyaseta Erebistanan Siûdî, Qeter û Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat), ku dixwazin dorpêça deryayî û zextên aborî li ser Îranê bidomînin û derfetê ji bo gihîştina peymanekê bihêlin.

Trump Pêncşemê gotibû ku wî dikarîbû şer zû bi dawî bikira, lê welatên herêmê ji wî xwestine ku rewşa heyî hinekî din bidomîne, zêdetir dem bide hewlên çêkirina peymaneke nû.

Li alîyekî din, Netanyahu piştî hilbijartinên 27'ê Cotmehê piranîya xwe ya parlamentoyê winda kiriyê. Rikeberê wî, Gadi Eisenkot, erka avakirina hikûmeteke nû wergirtiye, lê hîn ne diyar e ka gelo ew dikare di avakirina hikûmeteke nû ya Îsraîlê de biserkeve.

Netanyahu Pêncşemê bi Eisenkot re bo demê du demjimêran civîya û rewşa Îranê ji wî re şirove kir. Çavkanîyek nêzîkî Eisenkot got ku ew bawer nake rewşa heyî pêdivîya tevgereke leşkerî ya lezgîn li dijî Îranê hebe.

Eisenkot do Înê di daxuyanîyekê de got ku di civîna xwe ya vê hefteyê de bi Netanyahu û sekreterê wî yê leşkerî re civîya, û got, "Ji bo min, ewlekariya Îsraîlê ji her tiştî girîngtir e û divê tu carî wekî amûrek ji bo berjewendîyên siyasî neyê bikaranîn."