Serokê Mozambîk Dibîje Hejmara Qurbanîyên Lehîyê ji 1000 Kesan Pirtir E

Ajansa Reuters radigihîne ku pirtir ji hezar kes di bahoza hêzdar û lehîya dû wê de, li Mozambîk hatine kuştin.

Heta niha mirina tenê 84 qurbanîyan li Mozambîk hatiye piştrast kirin û tirsên mezin hene ku ew hejmar wê bilind be.

Bahoz û lehî li Zîmbabwe û Malawî jî bûye sedema rûxandina rê, pir û xanîyan û xeterên telefonê jî hilweşîne.

Serokê Mozambîk Filipe Nyusi got ku piştîserdana cîhê bûyerê, wî dît ku gelek gund hatine jêbirin û termên qurbanîyan li ser avên çemê xwanê dibûn.

“Tiştîn ku xuya dikir bi zelalî nîşan dida ku hejmara qurbanîyan wê ji 1,000 kesan pirtir be,” Nyusi got.