Naveroka Civîna Şanda Kongresê ligel Şanda Sûrî li Munich

Senatora Demokrat Amerîkayî Jeanne Shaheen ligel şandeke Kongresê îro Şemîyê li Munich a Almanyayê bi Wezîrê Derve yê Sûrîyê Ese'ed el Şeybanî û Fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re kom bû.

Komîteya Peywendîyên Derve ya Civata Senatoya Amerîkayê di daxuyanîyekê de ragihand, “Shaheen pêşwazî li rêkeftina dawî ya di navbera hikûmeta Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk de kir.”

Herwiha di daxuyanîyê de hat ku “ev peyman gaveke girîng bo lihevhatina niştimanî û Sûrîyeke yekgirtî ku hemû gelê xwe diparêze, tekez li ser dewamkirina diyalogê, cîbicîkirina durist a rêkeftinê û parastina mafê tevahîya pêkhateyên Sûrî.”

Senator Shaheen pêgirîya herdu partîyan (Demokrat û Komarî) bi piştgirîya Sûrîyeke aram û xwedî serwerî diyar kir ku di ewlehîya herêmî de beşdar be.

Qanûndanera Amerîkî herwiha bal kişand ser hewldana wê ya serketî ji bo hilgirtina sizayên Qeyser li Qanûna Parastina Neteweyî ya Sala 2026an de.

Herwiha, wê tekez kir ku nehêlana cizayan derfetekê dide Sûrîyan bo avkirina welatê xwe, xurtkirina ewlehîyê û pêşgiritina Daişê.