Di Êrîşeke de Jimareke Kes li Munihê Hatin Kuştin, Polîs li Êrîşvanan Digere

Polîsên Almanî dibêjin, di êrîşeke de jimareke hemwelatî li navendeke kirin, firotinê ye bajarê Munîhê hatine kuştin û êrîşvan hîn jî nehatine girtin.

Rojnameya Bild ragihand ku êrîşvanekî bi çeka xwe ket hindurê bazargeha nêzîkî stadyuma olîmpîk û gule reşandin ser jimareke ksan û dû re ber bi îstasyona metro ve revîya.

Berdevka polîsên Munihê ji ajansa AFP re ragihand ku jimareke kuştî û birîndar hene û teqekirin pêşî li xwaringeha McDonald destpê kir.

Polîsên Almanî bi rêka Twitter jî da zanîn ku operasyoneke berfireh li nêzî bazargehê berdewam e û ji hemwelatîyan xwest ku ji wê derê dûr bisekinin.

Welatên Ewrupî di rewşa hişyyarî de ne, piştî ku êrîşên terorîstî li Fransa û Belçêka bûn sedema kuştina bi dehan kesan.

Hêjayî balkişandinê ye heta niha êrîşeke terorîstî ya tundrêyên Îslamî li Almanya neqewimîye.