Di xwepêşandanekê de li Silêmanîyê zarokekî du salî bi ala Kurdistanê hat dîtin, ku ew jî wek her kesî beşdarî piştevanîya Kurdan bo Rojava dibe. Ew li ser torên civakî wekî sembola berxwedana Kurdan hat binavkirin.
Navê zarok Murîd Goran e û ew du sal û sê mehî ye. Vîdyoya wî, ku ji duh ve bi berfirehî di torên medya civakî de belav bûye, dema ew jî weke bi deh hezaran kes di xwepêşandanekê de li Silêmanîyê di bin dirûşma "Yeke, Yeke, Yeke, gelê Kurd yek e," hat dîtin.
Tiştê ku bala Kurdan li ser torên civakî kişandîye ser xwe, vîdyo Murîd nîşan dide ku bi coş û kelecan bi tena serê xwe û cûda ji girseya gel di xwepêşandanê de dimeşe.
Dayîka Murîd, ji Kanal 8 re got, "Rojek pir taybet bû, nayê behskirin, ji ber ku Murîd qet ji min dûr neketîye. Lê wê rojê ewqasî coşa neteweyî hebû ku wî nehişt ez bi wî re bim."
Kanal 8 derbarê malbata wî zarokî dibîje, "Murîd Goran di malbateke xwedî dîrokeke dirêj a têkoşîn û qurbanîdanê de mezin dibe. Wê malbatê gelek şehîd ji bo Kurdistanê dane û ap û xaltîkên wî hîn jî wekî Pêşmerge li ser erkê Kurdayetîyê ne."
Li ser torên civakî yên wekî Facebook, Instagram, TikTok û X’ê, bi hezaran bikarhênerên Kurd dîmenên 'xwepêşandana' Murîd belav kirine û ew bûye 'trendek' berbelav.
Heta weha bûye ku vîdyoyên anîmesyona karîkatorî ser Murîd hatine afirandin.
Kurdên Îsraîlê jî şanazîyê bi tevgera Murîdê zarok dikin û dibêjin ew bi wî serbilind in.
Îman Barzanî, ku jineke Kurd-Îsraîlî ye, di Instagramê de behsa serblindîya bi Murîd dike û bi zimanê Înglîzî dinivîse, "Rojavayê Kurdistanê qet bi tenê nîne. Emê bi serbilindî bimeşin û mafên xwe biparêzin. Her çend kesên ku dixwazin dîroka me ji nû ve binivîsin û şaş binvîsin hene, zarokên me dê siberojê ji nû ve binivîsin."
Şerê berdewam li bakurê rojhilatê Sûriîyê bûye sedema êşa sivîlan, bi taybet ya zarok, jinan û temendirêjan. Li gor çavkanîyên herêmî, di vê zivistanê de tenê li bajarê dorpêçkirî yê Kobanîyê ji ber nebûna pêdivîyan pênc zarok mirine.