Boran Zaza: Muzîk Dikare Mirovan Nêzîk Hevdû Bike

Boran Zaza

Şerê Sûriyê gelek aliyên bedew û ciwan di wî welatê de wenda kir û bi teqîn, kuştin û koçeberiyê nixumand, ji ber wê jimarek mezin ji behremendên wî welatê koçber bûn û her yek ji wan bi takekesî xebatên xwe li derve berdewam kir.

Muzîkjen û Piyanista Kurd Boran Zaza yek ji wan behremenda ye, ku nuha li Kanada dijî û xebatên xwe di warê muzîkê berdewam dike.

Boran ji bajarê Qamişlo ye, li navenda Zaza ya muzîkê li Qamişlo, li ser destê bavê xwe muzîjen Mihemd Ezîz Zaza fêrî muzîkê bû û dest bi xwendina wê kir.

Ji sala 2007-2011 xwendina xwe di warê muzîkolojiya û piyano de li Peymangeha Hunera Bedew li Hewlêrê qedand.

Ji Sala 2013 ta 2015an de, Bawernameya Bachelor di xwendina muzîkê de ji zanîngeha Saint -Esprit de Kaslik-Lebanon wergirt.

Ji sal 2016-2018an de, Bawernameya Bachelor di muzîkê ji zanîngeha McGill li Kanada wergirt.

Boran çend xelatên girîn wergirtiye wek xelata The Patrons li Dubai, Music and Stars li Estonia û hinî din jî.

Nuha Boran li Kanada dijî û li wir xebatên xwe berdewam dike û bi hewildanek bê hempa dixwaze ku muzîka Kurdî derbasî nav musîka cîhanî bike ku bi amura Piyano bên arenjekirin û bi şêwazek berfireh û astbilind bê pêşkêşkirin.

Your browser doesn’t support HTML5

Deng û Reng-Boran Zaza-Mon-03-14-2022-LA