Ajansa Reuters roja Yekşemê ragihand ku teqînek li gundekî Myanmarê bû sedema mirina herî kêm 55 kesan û birîndarbûna bi dehan kesan.
Di raportê de hat gotin ku di teqîna li gundê Kaungtup ê bajarokê Namkham ê eyaleta Shan de 25 jin û 30 mêr di nav miriyan de hene.
Peqîn nêzî 3ê kîlometran 2 Mîlan li başûrê sînorê Çînê pêkahtiye. Tê payîn ku teqîn ji ber madê embarkirî yê ((Gelignite) ku di lêgerîna kanzayan û kolandina kevran de tê bikaranîn pêkahtiye.
Ajansa AP jî Li gorî tîmên rizgarkirinê ragihand ku nêzîkî 70 kes birîndar bûn.
Raprotan ragihand ku di daxuyanîyekê de ku li ser kanala xwe ya Telegramê , Artêşa Rizgarîya Neteweyî ya Taang (TNLA)piştrast kir ku beşê wê yê rêveberîya aborî madeyên teqînê yên (Gelignite) ji bo karanîna li deverên madenan û kolandina keviran embar kirîye.
TNLA ji bo qurbanîyên teqînê sersaxî xwest û lêpirsînek berfireh ragihand. Madê (Gelignite) bi berfirehî di kolandina keviran û lêgerîna kanzayên xwezayî de tê bikar anîn jî, lê heke bi awayekî saxlem neyê embarkirin, ew bi demê re dibe sedema metirsî zêde û diakre di demê de bibe sedma teqînê.
Herêma ku bûyer lê çêbûye ji alîyê Artêşa Rizgarîya Neteweyî ya Taang (TNLA) ve tê kontrolkirin, ku komeke serhildêr a pêkhateya etnîkî ye ku li dijî hikûmeta navendî ya Myanmarê di şerên demkî de cih digire.
Myanmar ji dema ku artêşê di derbeya leşkerî ya 2011an de desthilatdarî bi dest xist û hikûmeta Aung San Suu Kyi ya ku bi awayekî demokratîk hatî hilbijartin ji holê rakir, ji wê demê de ew welat ji alîyê himûtek serbazî ve tê birêve birin û di nav şerekî navxweyî de ye.