Polîsê Îspanya 100 Qaçaxçiyên Narkotîkê Digire

Arşîv

Polîsê Îspanya roja Şemiyê ragihand ku wan 100 qaçaxçiyên ku bi rêya gemiyên bilez tên ajotin girtine, yên ku madê Haşîş û Marîwana (Marijuana) ji Mexrîb(Moroko) bi rêya deryayê tînin Îspanya.

Polîs dibêje gemiyên qaçaxaçiyan pirî madên narkotîkê bûn dema wan li ava Derya Spî ya Naverat û çemê Nihala Mezin (Wadî al Kabîr Guadalquivir) li nêzî bajarê Îşbîliye (Seville ) yê li baûrê Îspanya girtine.

Di encama zincîrek biserdagirtinan de polîsan dest bi ser 5 tunên Haşîş û 230 kîlogramên Marîwana de girtine, weke di daxuyaniya polîsên Îspanya de hatî.

Hin qaçaxçiyên hatine girtin ew in, yên ku bi rêya gemiyên biçûk û bilez madê narkotîkê vediguhastin û qemiyên wan pirrî banzîn bûn da ku bo xwe rizgar krin û bikar anînê her dem di amade bin.

Qaçaxçiyên din yên hatine girtin, madên narkotîkê di kamyonên xwe de veşart bûn yên ku fêkî vedguhzêin û madên qaçax tevî barê xwe ji başûrê Îspanya vediguhêzin û ber bi Fransa û ji wir bo seranserî Ewrûpa dibin.

Polîsan herwiha dest danîye ser tivengekê û debancekê û pênc otombîlan di nav de 2 kamyon hene. Polîsan herwiha daye zanîn ku her 100 kesên hatîn girtin di demên diyarkirî de weke gomabar dê li dadgehê amade bibin.