Piştî 50 Salan NASA Amadekarîyên Çûna Artemis II ya ser Heyvê Dike

Ajansa Valîyê ya Amerîkayê (NASA) amadekarîyên dawî dike da ku asmangêran roja Çarşemê ji bo cara yekem piştî zêdetirî 50 salan bişîne ser heyvê.

Sê Amerîkayî û yekî Kanada wê bi keştîya asmanî di geşteke 10 rojî de biçin li derdora heyvê bigerin û vegerin Amerîkayê.

Karbidestên NASA'yê ragihand ku rewşa hewayê ji bo firîna roja Çarşemê baş xuya dike, lê ew li ba û ewran temaşe dikin da ku bibînin ka mîsyon dikare di dema xwe de biçe yan divê dîsa were derengxistin.

Eger mîsyon dereng bikeve, NASA derfet heye ji niha heta 6'ê Nîsanê an jî di 30'ê Nîsanê de careke din mîsyonê pêk bîne.

Mîsyona Artemis II di destpêkê de ji bo Sibatê hatibû plankirin, lê ji ber pirsgirêkên teknîkî NASA neçar ma ku mîsyonê dereng bixe.

Di nav planên NASA'yê de ji bo bernameya Artemis ev xebat hene: mîsyonek di sala 2028'an de ji bo daketina asmangêran li ser heyvê û hewlên ji bo avakirina bingehekê li ser heyvê.