Esmangerên NASA Meşekê li Valahîya Esman Pêk Tîne

NASA roja Pêncşemê li derveyî Îstasyona Vahalîyê ya Navneteweyî meşeke valahîyê ragihand da ku guhertin û nûvekirinên li ser sîstema hêzê ya îstasyonê saz bike.

Esmanger Jessica Meir û Anil Menon dê ji bo meşa valahîyê derkevin derveyî îstasyona valahîyê. Tê pêşbînîkirin meş zêdetirî şeş demjimêran bidome. Di wê demê de wê alavên ji bo pêkanîna çavkanîyên enerjîya rojê di dawîya vê salê de saz bikin.

Li gor pisporê karûbarên giştî yê NASA'yê Joseph Zakrzewski, ev meşa vahalîyê ya çaremîn e, ku di 2026'an de pêk tê.

Meşa valahîyê demjimêr 8:33'ê sibehê bi dema Rojhilatê Amerîkayê dest pê kir.

Li gor rêveberê firîna meşa vahalîyê Christopher Dobbins, ev meş dê "paketa dawî ji bo belavkirina rêzikên rojê" saz bike. "Tîm dê hin amûran veguhezîne da ku alîkarîya baştirkirina tîrêjên rojê bike ku bi navê EVA tên nasîn."

Esmanger Meir got, "Ev yek di bingehê de braketek mezin a montajê ye, ku emê cureyeke nû ya tîrêjên rojê saz bikin. Ew jî dê tîrêjên rojê yên heyî baştir bike da ku enerjîyê ji bo Îstasyona Vahalîyê ya Navneteweyî dabîn bike."

Biryar e du meşên din ên valahîyê di vê mehê de, di 13 û 25'ê Tebaxê de pêk werin.