Ajansa Fezayê ya Amerîkî (NASA) radigihîne ku % 3.1 îhtîmal heye ku asteroîdek yan kevirêk fezayê di 2032’an de li Dinê biqelibe, ku ew kevirê fezayê dike yê herî gefxwar yê ku ji hêla pêşbînîyên nûjen ve hatîye tomar kirin.
Ev asteroîd wek 2024 YR4 tê bi nav kirin û cara yekê di 27’ê Berfenbara 2024’an de ji alîyê Çavdêrxaneya El Sauce ya li Şîlî ve hat kişf kirin.
Stêrkzan pêşbînî dikin ku li ser bingeha hesabkirina şewqa wê, mezinahîya 2024 YR4 di navbera 40-90 metreyan de ye.
Herwiha nirxandina nîşanên şewqê wê dîyar dike ku ev di ware metal de ne dewlemend e û xwedî pêkhateyek bir asay pêkhateyek ya astroîdan e.
Tora Hişyarîya Asteroîdê ya Navneteweyî (IAWN), ku hevkarîyek berevanîya gerstêrk ya gerdûnî ye, di 29’ê Rêbendanê de hişyarîyek weşand piştî ku egera qelibandinê 2024 YR4 li Dinê ji sedî yek derbaz kir.
Ji wê demê û vir ve, rêjeya qelibandinê her diçe bilind dibe.
Nirxandinên herî dawî yên NASA egera qelibandinê bûye ji sedî 3.1, ku dema qelibandina li Dinê wek di 22’ yê Berfenbara 2032’an de, pêşbini dike.
Cara dawîn ku asteroîdek ji 30 metreyan mezintir xeterîyek wiha girîng derxist hole, di 2004’an de asteroîdê Apophis bû ku jibo demek kûrt di 2029’an de egera ji sedî 2.7 qelibandina li Dinê pêk anî, lê piştre ewe ger ji hole rabû.
Li gor daneyên NASA yên ku roja Sêşemê hatin weşandin egera wê qelibandinê zêde dibin, lê pispor dibêjin ku hewcedarîya metirsîyê yan dîyarkirina rewşa awerta tuneye.
Pispor dibêjin ku Civaka fezayê ya cîhanî rewşê ji nêz ve dişopîne û Teleskopa
Fezayê ya James Webb wê di Adarê de hemû bala xwe bide ser 2024 YR4.
Bruce Betts, zanyarê serekî yê Civata Planetary ku rexistineke sivîl e, ji AFP re got ku "Ez ne ketime xofê."
Betts bal kişand ku stêrkzan berhevkirina daneyan didomînin û pêkan e ku bi demê ve egera gelibandina 2024 YR4 li Dinê wê ber bi sifirê ve biçe.
Wî rave kir ku daneyên ji Teleskopa James Webb - çavdêrîya fezayê ya herî bi hêzdar e- wê jibo baştir têgihiştina rêgeha 2024 YR4 girîng be.
Dîyarkirina rêgeha 2024 YR4 pir girîng e, jiber ku li gor daneyên niha ew wê ber bi Jupiterê ve diçe û ewê heya 2028’an nêzî Dinê nebe.
Berevajî asteroîda bi dirêjî ya10 kîlometreyan ku 66 mîlyon sal berê heya dînozoran tune kir, 2024 YR4 wek "kujerê bajêr" tê pênase kirin -- ne felaketek gerdûnî, lê dîsa jî dikare bibe sedema wêrankarîyek girîng.
Wêrankarîya wê ya pêkan bêtir mezinahîyê, ji leza wê tê, ku qer li Dinê biqelibe dibe di yek saetê de bigêhêje 6473 kîlometreyan.
Berpirsê ofîsa berevanîya gerstêrkê ya Ajansa Fezayê ya Ewrupî (ESA), Richard Moissl, dibêje ku "Ev bûyerek pir, pir kêm dîtine," lê hişyarîyek cîhanî nade.
"Ev niha ne krîzek e. Ev ne kujerê dînozoran e. Ev ne kujerê gerstêrkê ye. Ev herî zêde jibo bajarekî xeterîyek pêkan e," wî got.
Moissl bal dikşîne ku ger xeterî ji sedî 10 zêdetir bibe, IAWN wê hişyarîyek fermi ragihîne, ku " wê jibo hemû endamên Neteweyên Yekbûyî yên li herêmên xeter ye pêşnîyarek bike ku, dest bi amadekarîyên bejayî bikin."
Stêrkzan dîsa jî bale dikşînên ser xeterîya pêkan, her çend eger kêm be.
Ew dibêjin ku ger 2024 YR bikeve nav atmosfera Dinê, senaryoya herî pêkan peqîneke esman e, yanî ewê bi hêzeke nêzî heşt megaton TNT -- 500 qat zêdetir ji hêza bombeya Hîroşîmayê pêk were.
Moissl rave dike ku heremên rojhilata Pasîfîkê, bakurê Amerîkaya Başûr, Atlantîk, Afrîqa, Nîvgirava Erebî û Asyaya Başûr dibe ku ji qelibandina ger 2024 YR ya di 2032’an bandor bibin. Lê Moissl dibêje ku jibo biryarên pir girîng yên koçkirin yan veguheztina microvan hîn zû ye.
Nûçeya baş: Jibo tedbirê dem heye
Bernama DART ya 2022 ya NASA’yê îspat kir ku keştîya fezayê dikare rêgeha asteroîdekê bi awayekî serketî biguherîne.
Herwiha zanyaran rêbazên din jî pêş xistine, wek jibo afirandina hêza veguhestinê, bi karanîna lazeran hilmdayîna beşek ji rûyê erdê, yan bi hêza kiandinê ya Dinê derxistina keştîyeke fezayê ji rêgeha wê.
Jêder:AFP