Rutte: Welatên Ewropî û Kenedayê Lêçûnên Xwe yên Leşkerî Zêde Dikin

Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte

Sekreterê Giştî yê NATO'yê Mark Rutte îro Duşemê ragihand ku welatên Ewropî yên di NATO'yê de û Kenedayê, lêçûnên xwe yên ji bo berevanîyê zêde kirine û gihandine nêzîkî 4%'ê aborîya xwe.

Rutte berîya Hilcivîna NATO'yê ya li Enqereyê ji rojnamevanan re got: "Sala borî, welatên Ewropî û Kenedayê lêçûna xwe ya leşkerî 20% zêde kir. Di navbera salên 2025 û 2026'an de, wan 258 milyar dolar zêdetir danîne ser lêçûna xwe."

Di civîna sala borî de, welatên NATO'yê li hev kirin ku heta sala 2035'an lêçûna xwe ya berevanîyê bikin 5%'ê aborîya xwe. Ji vê lêçûnê, 3.5% dê rasterast ji bo karên leşkerî û 1.5% jî ji bo karên ewlekarîyê bibe.

Rutte got: "Ez li bendê me ku li Enqereyê welat pênasên zelal pêşkêş bikin da ku em bigihîjin armanca xwe ya 5%'an. Tevî ku tenê salek ji vê plana 10 salî derbas bûye, welatên Ewropî û Keneda niha nêzîkî 4%'ê aborîya xwe ji bo parastin û ewlekarîyê xerc dikin."