Hilcivîna NATO ya Enqerê dê Weberhênanên Berevanîyê Gotûbêj Bike

FILE -- NATO logo flags in front of the headquarters building in Brussels, Belgium.

Berpirsê Ragihandinê yê Seroktîya Tirkîyê îro Yekşemê ragihand ku wê li Hilcivîna NATO’yê gelek mijarên stratejîk ên têkildarî ewlehîya peymanê werin gotûbêjkirin.

Hilcivîna 36’an a NATO’yê wê 7 û 8’ ê Tîrmeha 2026’an li Enqera paytexta Tirkîyê were lidarxistin. Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan wê mazûvanîya Hilcivînê bike.

Li bende ye ku serokên 32 welatên endamên NATO’yê, herwiha gelek nûnerên welatên vexwendî, wezîr û berpirsên rêxistinên navneteweyî beşdarê Hilcivînê bibin.

Berpirs Burhanettin Duran got ku li Hilcivînê gavên derbarê biryara zêdekirina weberhênanên berevanîyê û hewlên jibo xurtkirina şiyanên astengkirinê wê bi berfirehî werin nirxandin.

Duran dîyar kir ku çaverê ye rêberên NATO’yê gef, metirsî û dijwarîyên Euro-Atlantîkê di astekî stratejîk de nîqaş bikin.
Di çarçoveya Hilcivînê de, wê xanima yekê ya Tirkîyê Emîne Erdogan di 7ê Tîrmehê de bi şîvekê li Koşka Seroktîyê pêşwazîya serokên dewlet û hikûmetan û hevdem hevjînên wan bike.

Di dema Hilcivînê de wê Erdogan bi serokên dewlet û hikûmetên beşdar re civînên dualî jî bike.

Serokê Amerîka Donald Trump jî wê beşdarî Hilcivînê bibe.

"Ezê jibo piraniya mirovan neçûyabam. Lê wî telefonî min kir. Got: 'Ji kerema xwe, ev yek li Tirkîyê çê dibe. Divê tu li wir bî. Amerîka divê li wir be.' Loma ez jiber rêzgirtina jibo Serok Erdogan diçim," Trump hefteya borî got.