Li Hilcivîna NATO’yê Peymanên Çekan ên bi 50 Mîlyar Dolarî Derdikevin Pêş

Dîmenek ji Hilcivîna NATO ya li Enqerê

Kompanîyên berevanîyê yên ji welatên endamên NATO’yê li Hilcivîna hevpeymanîya leşkerî li Enqerê civîyan û li ser hejmareke peymanên pîşesazîya berevanîyê yên bi zêdetirî 50 mîlyar dolarî hevbîr bûn.

Çend peymanên ku hatine ragihandin wê demûdest karîger bibin û li ser yên din jî wê pêvajoyên nirxandin û pejirandinê bidome.

Peymanên ku heta niha hatine ragihandin ev in:

SAAB

Hilbirînerê alavên berevanîyê yê Swêdî Saab SAABb.ST ragihand ku ew û NATO dê ser kirîna bi qasî 10 firokeyên hişyarî û kontrolkirina zû yên esmanî yên GlobalEye dest bi danûstandinên fermî bikin.

CEO'yê SAAB Micael Johansson got ku kompanî dikare di 2030’an de dest bi radestkirinan bike, û bihayê her firokeyekî wê di navbera 400-450 mîlyon dolarî de be.

LOCKHEED MARTIN, RHEINMETALL

Kompanîyên Lockheed Martin LMT.N û Rheinmetall RHMG.DE roja Sêşemê jibo hilberîna hevbeş ya mûşekên ATACMS li Almanya peymaneke têdigihîştînê îmze kir. Bi vê yekê wê hilberîna mûşeka balîstîk ya kurt-avêj cara yekê li derveyî Amerîka were pêk were.

Cîgirê Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê Michael Duffey jî got ku Amerîka wê jibo mûşeka pêşketî ya berevanîya esmanî PAC-3 ya Lockheed Martin li Ewrupayê navendeke nûjenkîrînê ava bike.

Wezareta berevanîyê ya Brîtanyayê ragihand ku London wê bi 254 mîlyon dolarî mûşekên dûr-avêj yên Precision Strike (PrSM) yên Lockheed Martin bikirê û çaverê ye ku radestkirin di 2027’an de destpê bike.

Wezaretê herwiha got ku Brîtanya dibe ku tevlî bernameya ser pêşxistina mûşekan ya Awusturalya û Amerîka bibe.

NORTHROP GRUMMAN

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Mark Rutte diyar kir ku hevalbend wê ji Northrop Grumman heta pênc dronên çavdêrîyê yên pêşketî (NOC.N MQ-4C Triton) bikirin û wî got ku Norwêc, Finlanda, Almanya û Danîmarkê nameya nêta kirînê îmze kiriye.

AIRBUS

Rutte hevdem ragihand ku NATO wê ji kompanîya Airbus jibo veguhestina esmanî ya stratejîk hejmareke firokeyên AIR.PA A400M bikire.

ISAR AEROSPACE

Isar Aerospace ku hilberînerê rokêtan yê ji Almanya ye bi kompanîya MAXQ.NLB ya Kanadî re peymanek îmze kir da ku li wî welatî j bo rokêta xwe ya Spectrum platforma avêtinê ya taybet ava bike.

ACCENTURE, LEONARDO

Kompanîya şêwirmendîya Teknolojîyên Kompîtîrê (IT) Accenture ACN.N û kompanîya berevanîyê ya Îtalî Leonardo LDOF.MI peymanek heft salî ya bi qasî 200 mîlyon euro îmza kirin da ku toreke ragihandinê ya ewledar ya NATO’yê biafirînin.

Allmanya û Amerîka

Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz îro Pencşemê ragihand ku Berlîn û Washington li ser kirîna mûşekên Tomahawk û bicîhkirina wan li ser axa Almanyayê hevbîr bûne.

Ev ragihandin piştî ku Serok Donald Trump di Gulanê de got ku wê hebûna leşkerî ya Amerîkî li Almanya kêm bike, nezelalîya di derbarê siberoja bernameyê de ji holê rakir.

Hilcivîna 36’an ya NATO’yê di 7 û 8’ê Tîrmehê de li paytexta Tirkîyê Enqerê pêk hat.