Wezîrên Derve yên NATO û Kendavê li ser Ewlekirina Tengava Hormuzê Danûstandinan Dikin

Turkey NATO Summit

Wezîrên derve yên welatên NATO'yê roja Sêşemê ligel hevtayên xwe yên welatên Kendavê dicivin da ku krîza nûvekirina Tengava Hormuzê û dosyayên din binirxînin.

Di nav wan mijaran de pêşniyara Fransî-Brîtanî cih digire ku mebesta wê destpêkirina mîsyoneke deryayî ya piralî ye û Îran heta niha wê red dike.

Civîn dê di kêleka hilcivîna hevpeymanîya NATO'yê de li Enqerê bi beşdarîya wezîrên derve yên Behreyn, Kuweyt, Qeter û Îmaratê were lidarxistin.

Desteya Operasyonên Bazirganîya Deryayî ya Brîtanyayê îro Sêşemê ragihand ku li rojhilatê herêma Lîme ya Omanê tankereke petrolê hatiye armancgirtin.

Malpera "Axios" ya Amerîkayê jî berî niha dabû zanîn ku Supaya Pasdarên Îranê herî kêm du mûşek avêtine ser keştîyên bazirganî yên ku di Tengava Hormuzê re derbas dibûn.