NATO Misyona Xwe ji Îraqê Derdixe

Avahîya NATO li Brûkselê.

Hevpaymanîya NATO'yê ragihand ku wê erkê xwe li Îraqê guhertiye û hemû endamên xwe bi ewlehî ji Rojhilata Navîn veguhestine Ewrupayê.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeyman yên Ewrupayê, General Alexus Grynkewich, îro Înê di daxuyanîyekê de got: “Ez dixwazim spasiya Komara Îraqê û hemû hevalbendan bikim ku alîkarî di veguhestina bi ewlehî ya leşkerên NATO'yê ji Îraqê kirin.”

Grynkewich herwiha da zanîn ku “Ez dixwazim spasiya jin û mêrên dilsoz bikim ewên ku di erkê NATO'yê de li Îraqê beşdar in. Ew pisporên rastîn in.”

Erkê NATO'yê li Îraqê dê li Fermandarîya Hêzên Hevbeş a li Napolî li Îtalyayê berdewam bike.

Ev gav di demekê de tê ku operasyonên Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê di hefteya sêyem de berdewam dikin. Îraq, di nav de Herêma Kurdistanê, ji destpêka şer ve rastî êrîşên mûşek û dronan ên rejîma Îranê û komên terorîst ên girêdayî Tehranê hatine.

Misyona NATO li Îraqê, ku bi erkê şêwirmendîyê û avakirina şîyanan tê nasîn, bo alîkarîya Îraqê di avakirina sazî û hêzên ewlekarîyê de dixebite da ku hêzên Îraqî bi xwe karibin welatê xwe aram bikin û dijî terorîzmê şer bikin û pêşî li vegera Daîşê bigirin.

Leşkerê herî dawî yê NATO'yê îro Înê ji Îraqê derket.