Berî Kombûna Londonê, NATO Trump Razî Dike

Sikirtêrê giştî yê NATO Jens Stoltenberg

Di demekê de ku Brîtanya xwe amade dike ji bo kombûna NATO ya rojên 3 û 4 ên vê mehê li derveyî Londonê, hevalbendî dibêje wê erê kiriye ku xerckirinên NATO li ser welatên endam belav bikin û beşdarbûna Amerîka di budceya navendî ya wê de kêm bikin.

Budceya navendî ya NATO ya salane dora 2.5 milyar dolar e, piraniya wê operasyonên bingehan û karmendan vedihewîne û ew ciyawaz e ji budceya berevaniyê.

Serokê Amerîka Donald Trump gazinan dike li dor neyeksaniya di hilgirtina barê bidceya NATO de, ku tenê 9 welat ji 29 welatên endam 2% ji berhemdana xwe ya giştî ji bo berevaniya hevalbendiyê xerc dikin.

Di derbarê budceya navendî wê de, sikirtêrê giştî yê NATO Jens Stoltenberg roja Pênşemê got “wê Amerîka kêmtir bide û Almanya bêhtir bide, anko niha wê Amerîka û Almanya wek hev bidin.”

Amerîka niha dora 22% ji budceya navendî ya NATO dide.

Bi destpêkirina sala 2021an re, wê her yek ji Amerîka û Almanya 16% bidin.