Sekreterê Giştî yê NATO, Mark Rutte, di axaftinên xwe yên dawî de li ser metirsîya ku ji alîyê Komara Îslamî ya Îranê tê, di navbera rejîma Îranê û gelê Îranê de cudahî danî ber çavan.
Rutte got, ti alîyekî pirsgirêk bi gelê Îranê re nîne, lê pirsgirêk bi rejîma Îranê ya li ser desthilatdarîyê re heye.
Rutte berê jî di axaftinekê de gotibû ku NATO rejîma Îranê wekî çavkanîyekê ya metirsîyê dibîne û li ser bernameya navokî ya Îranê nerihetî hene.
Wî di heman demê de diyar kir ku divê di navbera gelê Îranê û rejîma ku li ser wan serdest e de cudahî bihê kirin.
Rutte dema li New York bû serdana Muzexaneya Bîranînê ya 11'ê Septemberê kir, axiftinek li wir pêşkeş kir, wî got ku şanazîyeke mezin e ku ez li cihekî bi bandor ê bîranînek giring diaxivim.
Rutte got "Piştî 25 salan, em hîn jî di biryardarîya xwe ya parastina azadîyê, parastina li hember êrîşkarî û piştrastbûna ji dubarenebûna êrîşeke wekî ya 11ê Îlonê de yekgirtî ne."