Stoltenberg Wê Serdana Tirkîyê Bike

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg dê serdana Tirkîyê bike.

NATO ragihand ku serdan dê îro Çarşemê destpê bike û heta siba Pêncşemê bidome.

Stoltenberg dê li Enqerê bi Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu re bicive.

Piştî civînan, Stoltenberg dê here herêmên erdhejê.

Li gor ragihandina NATO, Stoltenberg û Çavuşoğlu dê di preskonferanseke hevbeş de biaxifin.

AFP’ê ragihand ku Stoltenberg xêncî piştgirîya bo erdhejê dê ji karbidestên Tirk bixwaze ku daxwaza Swêd û Fînlandîya ya bo endamtîya li NATO bipejirîne.

Jêder: AFP