Balyozê Amerîkayê li NATO'ê Matthew Whitaker ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dixwaze hemû welatên endam di NATO'ê di civîna hefteya bê de biryarê bidin ku herî kêm 5% ji bûdçeya xwe ya neteweyî ji bo berevanî û parastina leşkerî xerc bikin.
Balyoz Matthew Whitaker îro Çarşemê ji rojnamevanan re got: "Hinek hevalbendên me yên NATOê ji yên din bêhtir kar dikin û beşdar in."
Balyoz got: "Hinek welat hene ku li paş mane, yan niha kêm pere xerc dikin yan jî bernameyeke wan a zelal tune ye. Serok Trump bi tevahî dixwaze ku hemû hevalbend dest bi xebatê bikin daku bigihîjin rêjeya 5%."
Hikûmeta Amerîkayê ji bo beşdarîya di civîna NATOê ya li paytexta Tirkîyê, Enqereyê çêbibe, amadekarîyên mezin dike.
Serok Donald Trump li Koşka Sipî bi Sekreterê Giştî yê NATO'ê Mark Rutte re hefteya borî civîya daku li ser babetên sereke yên Hilcivîna NATO'ê li Tirkiyê biaxifin.