Biryarnameya Hilcivîna NATO’yê Hat Dîyar Kirin

Hilcivîna NATO 2026= Enqere, Tirkîye

Biryarnameya Hilcivîna 36’an ya NATO’yê îro Çarşemê bi daxuyanîyekî nivîskî hat dîyar kirin, ya ku di 7 û 8’ê Tîrmehê de li paytexta Tirkîyê hat dar xistin.

Di biryarname ya bi 6 xalî de hat ragihandin ku rêberên 32 endamên NATO’ye, li Hilcivîna Enqerê kom bûne da ku di çarçevoya xala 5’a ya Peymanan Washingtonê pabendûna xwe ya bîryarder ya ser berevanîya hevpar û gîrêdana translantîk bîpejîrînîn.

“Êrîşek ser yek ji me êrîşek ser me hemûyan e. Yekîtî, piştvanî û hêza me ya hevpar; jibo milyarekî welatîyên Hevpeymanîya me ku ji netewên demokratîk û azad pêk tên, bingehbûna aştî, ewlehî û xweşhalîyê didomîne,” rêberan da zanîn.

Reberên NATO’yê dî xala 2.de bal kişandin ser gefên demdirêj yên Rûsyayê yên li ser ewlehîya Euro-Atlantîk û xeterîya berdewam ya terorê û gotîn ku hevbend pabendbûnên xwe yên li Laheyê bi cih tînin.

Herwiha wan soz dan ku bi ragihandina zêdetirî 50 mîlyar dolar kirînên nû yên parastinê, şiyanên tekildar yên Hevpeymanîyê xurt bikin.

“Îro li Enqerê, em zêdetirî 50 mîlyar dolar kirînên nû radigihînin û soz didin ku şîyana hilberîna kolektîf berfireh bikin û bi pişesazîyê re bixebitin da ku nûjeniyê bilezînin,” wan got.

Hevbendan hevdem soz dan ku di nav Hevpeymanîyê de astengîyên li pêşîya bazirganîya berevanîyê de rakin û hevkarîya pîşesazîyê kûr bikin.

Di xala 3’an de, hevbendên NATO’yê bi armanca xurtkirina giştî ya Hevpaymanîyê soza berfirah kirina şîyanên berevanîya Ewrupa dan; bi zêdekirina veberhênanê di teknolojîyên leşkerî yên pêşketî, hişberîya çêkirî (AI) û sîstemên tekildar.

"Hevbendên Ewrupî û Kanada, bi hevkarîya Amerîka jibo berevanîya Hevpeymanîyê berpirsîyarîyek mezintir digirin ser xwe," xala 3’an de hat destnîşan kir.

Endamên NATO’yê di xala 4’an de piştgirîya xwe ya jibo Ukraynayê dubare kirin, soz dan ku ji bo 2026’an 70 mîlyar euro alîkarîya leşkerî, alav û perwerdehîyê bidin Kîevê, Herwiha wan soz dan ku di 2027’an de jî herî kêm heman asta alîkarîyê bidomînin.

"Hevbend ser piştgirîya me ya biryarder ya ji Ukrayna re di parastina azadî, serwerî û yekitîya axa wê de hevbîr in," dî biryarnameyê de hat gotin.

Hevbendên NATO’yê bi xala 5’an jibo çareserîya kêşeyên ewlehîyê yên mezinbûyî pabendbûna xwe ya jinûve dîyar kirin, û wan dubare kirin ku divê Îran ti carî çekek navokî bi dest nexe û bang li Tehranê kirin ku rêzê li azadîya seyahetê ya li Tengava Hormuzê bigire.

"Hevbbend dubare dikin ku divê Îran ti carî xwedî çekê navokî nebe û bang li Îranê dikin ku rêzê li azadîya rêwîtîyê li Tengava Hormuzê bigire," xala 5’an de bal hat kişandin.

Endamên NATO’ye di xala dawî ya 6’an de jibo mazûvanîya Tirkîyê spasdarîya xwe anîn ziman.

Ji alîyê din ve, Sekreterê Giştî yê NATO’yê Mark Rutte di preskonferansa girtînê ya hilcivînê de got ku wê Hilcivîna NATO’ye 37, an wê li Arnawute were darxistin.