Amerîka ii Hevbendên NATO'yê Daxwaza Pêgirîyên Bêhtir Dike

Ala Amerîka û ala NATO’yê

Balyozê Amerîkî Matthew Whitaker îro Yekşemê berîya Hilcivîna NATO’yê li Tirkîyê destpê bike ji endamên Hevpeymanîyê daxwaza xurtkirina şîyanan û bicîhanîna pirtir berpirsîyarîyan kir.

Whitaker ji 2025’an vir ve 26’emîn balyozê Amerîka yê li NATO'yê ye, û ev bendewarîya Amerîka jî îro bi daxûyanîyek li ser hesaba X'ê ya Balyozxaneya Amerîka ya li Tirkîyê weşand.

"Em li bendê ne ku hevbendên me bi xurtkirina şîyanan berpirsîyarîyên xwe zêdetir bigirin ser xwe. Ev pêvajo bi pabendbûna Peymana Berevanîyê ya Lahayê ya 5% destpê kir, lê di bingehê de ya herî girîng jibo astengkirina dijberên me, berevanîya hevpeymanîyê û ewlehîya Amerîkayê hebûna keştîyên şer, keştîyên binavê, firoke û hemû şîyanên pêwîst e," Whitaker got.

Di 2’yê Tîrmehê de jî Whitaker di hevpeyvînek bi FOX TV re ragihandibû peyama Amerîka ya ji bo Hilcivîna NATO’yê zelal e.

“Her çiqas hevalbend ser berevanîyê pirtir xerc dikin jî – tevî 60 mîlyar dolarên bi pîşesazîya Amerîkî ya sala borî serok Donald Trump li bendê ye ku hevalbend gavan bavêjin û sozên xwe bicîh bînin,“ wî gotibû.

Hilcivîna 36’an ya NATO’yê wê 7 û 8’ ê Tîrmeha 2026’an de li Enqeraya Tirkîyê were lidarxistin.

Li bende ye ku serokên 32 welatên endamên NATO’yê, herwiha gelek nûnerên welatên vexwendî, wezîr û berpirsên rêxistinên navneteweyî beşdarê Hilcivînê bibin.