Endamên NATO û Makedonya Peymana Ser Beşdarbûna Tifaqê Îmza Kirin

29 endamên NATO û Makedonya, protokola ser beşdarbûna tifaqê îmza kirin.

Bi vî awayî rê li ber Makendoya vebû ku bibe endama 30’î ya NATO.

Bo peyvajoya beşdarbûna Makedonya temam bibe, divê hemî dewletên tifaqê li parlamantoya xwe protokolê bipejirînin.

Parlamantoya Yunanistanê, peymana ser navê fermî yê Makendonya pejirandibû û navê wî welatî bi awayê fermî bûbû ‘’Komara Makedonya ya Bakur’’

Jiber ku li Yunanistanê jî navê herêmeke Makedonya ye hin karbidestên wî welatî dîyar dikirin ku rêvebirîya Skopje dixwaze wê herêmê bi dest bixîne û rê li ber endamtîya Makedonya ya bo Yekîtîya Ewrupa (YE) û NATO digirtin.

Wezîrê Derve yê Makedonya Nikola Dimitrov, piştî protokol hate îmza kirin da zanîn ku ewê heta çend rojan navê fermî yê welatê xwe biguherînin.

Dimitrov di axaftina xwe de pesna rêberên welatê xwe û Yunanistanê da û dîyar kir ku ew dê kêşeyên din yên bi cîranê xwe re çareser bikin.

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg ser roja îmzakirina peymanê got ku ‘’rojeke dîrokî’’ ye û da zanîn ku ew li bendê ye ku li pêş navenda giştî ya NATO 30 ala li ba bikevin.