NATO Dibêje Banga Putin ya Ser Karanîna Çekên Navokî Xeter E

Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg

Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg hişyarî da ku banga Putin ya bo karanîna çekên navokî ya Rûsyayê gotareke xeter e.

Stoltenberg ev daxuyanî ji televîzyona CNN ya Amerîka re ragihand.

Serokê Rûsya Vladimir Putin roja Yekşemê ferman dabû ku hêzên xwe ku çekên navokî yên Rûsî bo îhtîmala êrîşeke amade bikin.

Putin gotibû ku NATO'yê dijî Rûsyayê daxuyanîyên êrîşkar û dijminane dane û herwiha toleyên aborî yên tund ser Rûsyayê ragihandine.

Wateya pratîkî ya fermana Putin ne dîyar bû. Rûsya û Amerîka bi gelemperî hêzên navokî yên bejahî û jêravî her dem bo şer di asta hişyarîyê de ne, lê bombebarên ku bi kanîna navokî û firokên din ne wiha ne.

Stoltenberg bi tweetekê ragihand ku hevkarên NATO'yê mûşekên berevanîya esmanî û çekên dij tank bo Ukraynayê peyda dikin.

Stoltenberg da zanîn ku wî di derbarê geşadanên herî dawî de bi serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ser telefonê axifîye.