Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert ser hilbijartina pêşdem ya Tirkîyê dîyar kir ku di Rewşa Awarte de (OHAL) ewê lidarxistina hilbijartineke adil û azad zor be.
Nauert di brifînga rojane de, li ser pirsekê bi bîr xist ku li Tirkîyê nêzî du salan e Rewşa Awarte heye.
‘’Di rewşa awarte de, lidarxistina hilbijartineke adil û azad ya li gor qanûnên Tirkîyê û berpirsîyên wî welatî yên navneteweyî zor e, me hay ji vê heye’’ Nauert got.
Nauert dîyar kir ku ew peyvajoya hilbijartina pêşdem ya Tirkîyê ji nêz ve dişopînin û da zanîn tevî ku ew dixwazin hilbijartineke adil û azad bibînin jî jiber Rewşa Awarte ketine fikaran.