Washington bo Hêzên Kurdan li Îraq û Sûrîyê Alîkarîyeke Berbiçav Dide

Serokê Amerîk Joe Biden Peymana Destûrdana Berevanî ya Netewî (NDAA) îmza kir û ew peyman bi fermî bû qanûn.

Li gor vê qanûnê jibo berevanîyê di nava sala 2022’yan de 770 mîlyar dolar dirav tê veqetandin.

Di nava qanûnê de jibo hêzên Kurdî yên li Îraq û Sûrîyê ku dijî DAIŞ’ê şer dikin, hejmareke girîng ya dirav tê veqetandin.

Hêzên pêşmerge li Herêma Kurdistana Îraqê 260 mîlyon û jibo Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û herwiha hêza Maghawir al-Thawra li Sûrîyê jî 177 mîlyon dolar pere tên veqetandin.

Cîhê balkişandinê ye ku jibo hêzên pêşmergeyan cara yekê ye ku dronên Puma yên bi buhayê 5 mîlyon dolaran jî tên dayîn.

Dîsa, jibo HSD’ê jî hezar maskên gaza kîmyayî tên pêşkêş kirin ku xwe bikaribin hember êrîşeke kîmyayî yên rejîma Sûrî yan DAIŞ’ê biparêzin.

Hin pisporên Rojhilata Navîn bawer dikin ku ew awayê alîkarîya jibo hêzên Kurdan piştgirîyeke berbiçav ya Washingtonê ye û di heman demê de nîşan dide ku hêzên Amerîka wê li Îraq û Sûrîyê bimînin û şerê dijî DAIŞ’ê bidomînin.