Netanyahu: Bi Trump re Me Divê Uranyuma Îranê Were Veguhestin

Serok Trump û Serokwezîr Netanyahu

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja Yekşemê got ku ew û Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî axaftina bi telefonê ya roja Şemîyê êvarê li hev kirine ku her rêkeftineke dawî bi Îranê re divê gefa navokî ya Tehranê ji holê were rakirin.

Netanyahu di peyamekê de li ser platforma X'ê got, "Ev tê wateya hilweşandina sazîyên navokî yên Îranê û veguhestina uranyuma dewlemendkirî ji wî welatî."

Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) got ku Îran zêdetirî 400 kîlogram uranyuma dewlemendkirî ya ji sedî 60 heye, ku bi îhtîmaleke mezin di bingehên navokî yên binerd ku di şerê 12 rojan de hatine bombebarankirin de veşartî ye. Trump bi berdewamî gotiye ku divê Îran materyalan radestî Amerîkayê bike.

Netanyahu posterek ku wêneyê wî û Serok Trump li ser bû û bi nivîsa "Îran dê ti carekê nebe xwedî çekê navokî," weşand.

Serokwezîr herwiha got ku Trump mafê Îsraîlê yê parastinê li dijî gefên li hemû eniyan, tevî Libnanê, ji nû ve piştrast kiriye.

Serokê Amerîkayê roja Şemîyê êvarê got ku wî bi rêberên herêmî re li ser danûstandinên bi Îranê re bi telefonê axiviye, û got ku wî bi serokwezîrê Îsraîlê re bi awayekî cuda axiviye û "danûstandin pir baş, " hatine encamdan.