Benjamin Netanyahu Serokê Tirkîyê Erdogan Giran Rexne Dike

Benjamin Netanyahu û R. T. Erdogan

Serok Hikûmetê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, bi tundî bersiva Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan da, piştî ku Erdogan di peyva xwe ya li hember Civata Giştî ya Netewîn Yekbûyî de, roja Sêşemê êrîşî ser Îsraîlê kir û hêzên ewlekarîya Îsraîlê weke hêzeke hovane bi nav kir.

Benjamin Netanyahu, di daxûyaniyek kurt de, ya dîmenên Videoyî di twiterê de bersiva Erdogan da û got "Ewê ji derewkirinên derheqa Îsraîlê de mandî nabe û Kurdan di welatê xwe de serjê dike û haşatiyê li cenosîda li dij Ermenan dike, nabe şîretan bide Îsraîlê, Erdogan- Derew êdî besin' Netanyahu got.

Ji hejî bîr xistinê ye ku, serokomarê Tirkiyê R. T. Erdogan di peyva xwe ya Netewên Yekbûyî de got bû, zordarîyên herî mezin îro Îsraîl li hember herêmên Filistîniyan dike yên ku li jêr dagîrkarîya Îsraîlê dane. "Berî çend rojan jinek Filistînî ji aliyê Îsraîlê ve bi şêweke hovane hatbû kuştin." Erdogan got.