Netanyahu: Heta Hamas Neyê Têkbirin Wê Agirbesta Mayînde Çênebe

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Şemîyê got ku heta kanînên leşkerî û rêvebirinê yên Hamasê tênê pûç kirin wê li Gaza ti agribesta mayînde çênebe.

Daxuyanîya Netanyahu ya onlayn hat weşandin, piştî gotinên Serokê Amerîka Joe Biden yên ser agirbestê hatin.

Biden do Înê dîyar kiribû ku Îsraîl li hember serbestbûna rehîneyên di destê Hamasê de jibo agirbesta li Gaza lihevkirineke sêqonaxî pêşnîyar dike.

Netanyahu got ku şertên wan yên ser sekinandina şer neguherîne.

‘’Ew şertên ku Îsraîl jibo bidawkîrina şer dixwaze neguherîne. Divê kanînên leşkerî û rêvebirî yên Hamasê werin pêç kirin, hemî rehîne werin berdan û divê Gaza êdî jibo Îsraîlê nebe gef.’’

Wî dîyar kir ku berî agirbesta mayînde di van şertên xwe de israr dike.

Serokwezîrê Îsraîlê got ku heta ku ew şert pêk neyên ew nikarin agirbestê qebûl bikin.

Jêder: Reuters