Netanyahu: Îsraîl Amadekarîya Operasyonên Berfireh li Kenara Rojava Dike

Serokwezîrê Îsraîlê, Benjamin Netanyahu.

Serokwezîrê Îsraîlê, Benjamin Netanyahu, roja Înê ragihand ku welatê wî amade ye li Kenara Rojava operasyonên leşkerî yên berfireh encam bide, ku dikarin valakirina taxên niştecihan, lêgerîna taxan û hilweşandina binesazîyan di nav xwe de bigirin.

Piştî êrîşeke bi çekan li nêzîkî bajarê Xelîl, yê li Kenara Rojava, ku di encama wê de pênc kes birîndar bûn, hêzên Artêşa Îsraîlê û Polîsên Sînor operasyonên ewlehiyê li wê herêmê û deverên din dest pê kirin.

Serokwezîr Netanyahu berî demek kêm li ser platforma xwe ya X'ê, bi cilên leşkerî peyamek bi rêya tomara vîdyoyî weşand û got; "bangewaziyek girîng ji min bo we, niha li Xelîlê." Wî got jî, ku mal bi mal, kolan bi kolan em ê li pey êrîşkar û "terorîstan," bin.

Netanyahu tevgera Hemasê bi berpirsiyariya êrişê tawanbar kir û got ku artêş dê bikeve taxên ku êrîşkar ji wan derketine, niştecihan derxe, lêgerînan bike û binesaziyên ku bi gotina wî ve girêdayî terorîzmê ne, hilweşîne.

Netanyahu got ku operasyon û helmetên girtinê dê berdewam bikin, bi armanca ku li gorî gotina wî, pêşî li êrîşên din bê girtin û sivîlên Îsraîlî bên parastin.

Netanyahu, li gorî nivîsgeha xwe, rê da hêzên ewlehîyê ku demûdest dorpêçek ewlehiyê li dora bajarê Xelîl pêk bînin û ji roja Înê ve ji bo girtina tevahî ya Kerta Rojava amade bin.

Li gorî agahîyên Artêşa Îsraîlê, di hefteya borî de hêzên ewlehîyê nêzî 70 kesên ku lêgerîn li ser wan hebûn û dihatin daxwazkirin girtine, di nav de kesên girêdayî Hemas û Cîhada Îslamî. Her wiha, bi dehan çek, di nav de tifengên M16, çekên otomatîk ên Carlo û alav û madeyên teqemenîyê hatine dîtin û desteserkirin.