Netanyahu: Hizbullah Şaştîyeke Mezin Kir Dema Êrîşî Me Kir

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku firokên welatî wî yên şer li ser asmanên Îran û Libnanê operasyonên xwe berdewam dikin.

Netanyahu îro Sêşemê ji Bingeha Palmachim ya Asmanî got ku koma Hizbullah a Libnanî dê rastî bertekên dîtir were ji ber ketina nav şerî.

"Hizbullah şaştîyeke gelekî mezin kir dema ku êrîşî me kir," Serokwezîrê Îsraîlê got. "Me bi hêzê bersiv daye û emê hîn bêtir jî bersivê bidin."

Hizbullah roja Duşemê hejmareke mûşek avêt nav Îsraîlê û di encamê de artêşa Îsraîlê dest bi operasyoneke asman li dijî rêxistina Libnanî li Beyrût û deverên başûrê Libnanê kir.

Netanyahu da zanîn ku hikûmeta wî dê berevanîya welêt bidomîne û ji hikûmeta Libnanê û raya giştî li wî welatî re got ku divê ew têbigihêjin ku Hizbullah "wan dikişîne nav şerekî ku ne şerê wan e."

Hizbullah yek ji komên çekdar ên herî nêzîkî Îranê li herêmê tê hejmartin.