Netanyahu: Îsraîl Dixwaze 'di Zûtirîn Dem de' Danûstandinan ligel Libnanê Bike

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja Pêncşemê got ku wî pêzanîn dane karbidestên Îsraîlî ku bi Libnanê re dest bi danûstandinên aştîyê bikin, di nav de jî bêçekkirina Hizbullahê.

Netanyahu di daxuyanîyekê de got, "Li jêr ronahîya daxwazên berdewam ên Libnanê yên ji bo danûstandinên rasterast bi Îsraîlê re, min doh ferman da kabîneyê ku di zûtirîn dem de bi Libnanê re danûstandinên rasterast destpê bikin."

"Danûstandin dê li ser bêçekkirina Hizbullahê û avakirina têkilîyên aştîyane di navbera Îsraîl û Libnanê de rawestin," Netanyahu got.

Demjimêrekê berî daxuyanîya Netanyahu, Serokê Libnanê Joseph Aoun got ku "yekane çareserîya rewşa li Libnanê ew e ku di navbera Îsraîl û Libnanê de agirbestek çêbibe, û piştre danûstandinên rasterast di navbera wan de pêk werin."

Aoun got ku ew li ser rêbazeke dîplomatîk ya çaresrîya wê mijarê dixebite ku weke gaveke "erênî" ji aliyê civaka navneteweyî ve tê dîtin.

Berpirsekî Libnanî, ku nexwest navê wî were eşkerekirin, gote Reutersê, "cihê danûstandinan hîn nehatîye destnîşankirin, herweha em hez dikin ku pêşî agirbesteke demkî were ragihandin û Amerîka weke garantora gotûbêjan be."

Piştî ku mîlîşyayên Îran piştgirîyê dide wan di 2’ê Adarê de dest bi êrîşên ser Îsraîlê kirin, Îsraîlê jî dest bi bersivanê kir û êrîş li dijî Hizbullahê dan destpêkirin. Li gor karbidestên Libnanî, di êrîşên Îsraîlê de nêzîkî 1700 kes hatine kuştin û zêdetirî milyonek kes ji cih û warên xwe koçber bûne.

Li gor çavkanîyên ku derbarê Hizbullahê agahdar in, herî kêm 400 çekdarên Hizbullahê hatine kuştin piştî ku wan bi sedan mûşek û dron avêtine Îsraîlê.