Netanyahu jibo Pêşvebirina Peywendîyên bi Trump re Serdana Washingtonê Dike

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja Yekşemê bi Serokê Amerîka Donald Trump re dicive.

Netanyahu, ku jiber şerê li Gaza bi rêvebirîya berê ya Qesra Sipî re ketibû girjîyê, hewil dide peywendîyên xwe yên bi Washingtonê re pêşve bibe.

Serokwezîrê Îsraîlî wê roja Duşemê li Washingtonê li ser qonaxa duyemîn a agirbesta Gazayê dest bi danûstandinên pevguhertina dîl û girtîyan di çarçoveya agirbestê de bike.

Ofîsa wî ragihand ku Netanyahu roja Şemiyê bi nûnerê Rojhilata Navîn yê serokê Amerîka Steve Witkoff re axifîye û hevbîr bûye ku danûstandinên qonaxa duyemîn wê "dema ku ew li Washingtonê bicivin destpê bikin".


Bi vê serdanê re Netanyahu wê bibe serokê bîyan yê pêşî ku piştî sondxwarina Trump ya meha borî bi wî re dicive.

Serdana Netanyahu di vê demê de ye ku agirbesta li Gaza didome û çaverê ye danûstandinên jibo qonaxa duyê ya agirbestê vê hefteyê destpê bikin.

Netanyahu berî bi rê keve li firîngehê ji rojnamevanan re got ku biryara wan ya di şer de ji niha ve rûyê Rojhilata Navîn guherandiye.

‘’Biryarên me û wêrekîya leşkerên me nexşe jinûve çêkir. Lê ez bawer dikim ku bi xebateke xurt ya bi Serok Trump re em dikarin nexşeyê bi awayekî hîn baş çêkin.’’

Dadgeha Tawanan ya Navneteweyî bi îdiaya ku Netanyahu li Gaza tawanên cengê kirine ser wî biryara girtinê dabû.

Peywendîyên Netanyahu bi serokê berê Trump re ketibû girjîyê û wî piştî ew sala 2022’yan hatibû ser kar serdana Qesra Sipî nekiribû.

Jêder: Reuters,AFP