Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji ser Twitterê bersîv da rexneyên Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan.
Netanyahu da zanîn ku Erdogan bersîvdanê hîn nebûye û divê êdî fêr bibe.
‘’Yekî ku Qibrisa Bakur dagir dike, erdên Kurdan dide ber xwe û li Efrînê sîvîlan dikuje ser exlaq û nirxan nikare li me şîratan bike’’ Netanyahu nivîsî.
Ser bûyerên li sînorê Gaza, ku bi kêmî ve 15 Filîstînî hatibûn kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûbûn, Erdogan gotibû ku Netanyahu ‘’terorîst e û wek dagirkerekî li wan axan dimîne’’