Netanyahu Dixwaze Navê Trump li Girên Golanê Bike

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro got ku ewê ji kabîneya xwe re pêşkêş bike ku navê Girên Golan wek spasîya ji Serokê Amerîka Donald Trump re, bi navê wî were guhertin.

“Îsraîlî gîş bi biryara dîrokî ya Serok Trump hêstîyar û şa bûn. Piştî eydê, ezê pêşnîyarekê bînim pêş hikûmetê ku em nacê Girên Golan bikin Donald J. Trump,” Netanyahu got.