Di demekê de ku Îran û welatên din ên herêmê amadekarîyên pîrozkirina Newrozê dikin, rêxistina navnetewî ya çavdêrîya înternetê, Netblocks, dibêje ku welatîyên Îranî di "tarîtîya dîjîtal" de dijîn.
Ji ber birîna tevahî ya înternetê ji alîyê rejîma Îranê ve, ev bûye 21 roj ku xizmeta înternetê bo welatîyên Îranî ne berdest e. Ev dirêjtirîn dema qutbûna înternetê di dîroka welêt de ye.
Hikûmeta Amerîkayî dibêje birîna înternetê ji alîyê rejîma Îranê ve hewildanek e ji bo nixumandina tawanên rejîmê û binpêkirineke eşkere ya mafên gelê Îranî ye.
Netblocks herweha destnîşan kir ku ev birîn ji qutbûnên berê yên ku di dema xwepêşandanên meha Çilê de çêbûn, berfirehtir e.
Şeva Sersalê li Îranê betlaneyeke fermî ye. Li dema ku Kurd di Newroza 2026'an de dê têkevin sala 2726'an, li Îranê sala koçberîyê, anku 1405'an, roja Newrozê destpê dike.