Netewyên Yêkgirtî Dorgirtin li Ser Lîbya Sivik Kirin

Netewyên Yêkgirtî Dorgirtin li Ser Lîbya Sivik Kirin

Neteweyên Êkgirtî hindek dorgirtin li ser Lîbya rakirin û hindên dî sist kirin, çend demjimêrekan piştî Civata Giştî ya Neteweyêt Êkgirtî nûneratiya Libya daye destê Civata Niştîmaniya Qonaxa Veguhastnê.

Roja Eynî Civata Tenahiyê bi pirraniya dengan dorgirtina diravî li ser hindek banq û kompaniyên Lîbî rakir û hindek dorgirtinên din sist kirin da harîkarya hukûmeta demkî biken da tenahiyê biparêzit û Lîbya ji nû ava bike. Her wesa biryar da ko şandekê bihnêrin Lîbya.

Roja Eynî li Trablusê Serok Wezîrê Turkiya Receb Tayyip Erdogan di gel rêberê Civata Niştîmaniya Vegohastinê, Mustafa Abdel Jalîl kom bû. Çaverê tê kirin ko Serokê Emrîkî Barack Obama li heftiya bêt li gel Jalîl kom bibît demê kombûna Civata Giştiya Neteweyêt Êkgirtî li New York, Seraya Spî dibêjît ew dê li ser nexşêt Civata Niştîmaniya Vegohastnê li qonaxa piştî axivin.