Revebirî, hêzên ewlekarî û asayişa bajarê Qamîşlî bi nêzîkbûna cejna Newrozê û bi taybet ragihandina Fedraliyê, gefên terorê gihane astek pir bilind.
Jibo amadekariyên cejna Newrozê, revebirî, şaredarî û hêzên parastina ewlekariyê di amadebaîiyê de ne, wan dest bi amadekariyên pêşwext kirine, li aliyekî bajar û qada cejna Newrozê tê xemilandin, li aliyê din hêzên ewlekariyê li Qamişlo tedbîrên parastin rewşa ewlekariyê girtine.
Welatî û endamên asayişa bajarê qamîşlî jibo pişka Kurdî ya Dengê Amerîka dan xweyakirin ku, ewê îsal cejna xwe ya Newroyê di nava tedbîrên cidî de pîroz bikin, da ku komkujiyeke weke Newroza sala par li Hesekê çenebin, dema terorîst dixwazin erîşên xwekujî encam bidin.
Your browser doesn’t support HTML5
Amadekarî û Amadebaşiyên Ewlekariya Newrozê li Qamîşlî