Serokê Venezuela Nicolas Maduro bi hin gotinên xwe yên di medya Îspanya de hişyarîya şerê navxweyî da.
Maduro ji kanala La Sexta re got ku ‘’Her tişt girêdayî êrîşvanî û dînbûna Amerîkaya emperyalîst û hevkarên wê yên rojavayî ye’’
Wî da zanîn ku ew naxwazin ku ti kes bo karên wan yên navxweyî biryarê bide û dîyar kir ku ew bo berevanîya welêt hazirîyên xwe dikin.
Li gor gotina Maduro, li kompanî û zanîngehan bo cengê amadekarî têne kirin.
Amerîka û zêdetirê 20 welatên din dijî rejîma Maduro, piştgirîya rêberê rikeberîyê Juan Guaido dikin.