Balyoza Nîjerê ya li Fransa Aichatou Boulama Kane îro Înê ragihand ku ew hîn karbidesta rêvebirîya Serokomarê Nîjerê Mohamed Bazoumê ku piştî derbeya leşkerî hat girtin.
Rêberên derbeya leşkerî dîyar dikin ku wan dawî li erkên balyozên Fransa, Amerîka û Togo û Nîjerya anîye.
Aichatou Boulama Kane got ku ew wê fermanê nanese û napejirîne.
‘’Ez hîn jî balyozê Serokomarê Nîjerê Mohamed Bazoumê rêwa me û xwe wisa dibînim’’
Wê dîyar kir ku fermana leşkerên derbeya ne rêwa ye û dîyar kir balyoza Nîjerê ya li Fransa ew e.
Nîjer yek ji kolonîyên berê yê Fransa ye û piştî derbeya leşkerî li wî welatî dijî Parîsê protesto çêbûn.
Fransa vê hefteyê hemwelatîyên xwe yên li Nîjerê bi firokan ji wir derxistin.
Karbidestên Fransa dibêjin niha ti plana wan tune ku ew leşkerên xwe yên li Nîjerê ji wir derxin.
Jêder: AFP