Leşkerên Nîjerê Dora Qesira Serokomarîyê Digirin

Serokomarê Nîjerê Mihemed Bazoum îro Çarşemê jiber dorpêça leşkeran ya li qesirê li cîhê xwe asê maye.

Tevgerên leşkeran dişibin derbeyekê ku ji 2020’an vir ve li Malî û Burkîna Faso ya cîran jî 4 car in diqewime.

Jêderên serokomarîyê û ewlekarîyê dibêjin ku dora wezaretên li nêzî qesirê jî hatine girtin û peywendîya bi wan re qût bûye.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Niamey ya paytext xêncî tevgerên li dora qesirê bi trafîk û înternet wek li rojeke asayî xuya dike.

Di Adara 2021’an de çend rojan berî Bazoum sond bixwe, hewildana derbeyeke leşkerî hatibû pûç kirin.

Jêder: Reuters