Karmendekî saxlemî yê berê Niels Hoegel, ku bi kuştina 85 nexweşên xwe dihat darizandin, li Almanya bi cezayê zindankirina dirêjîya jînê hate mehkum kirin.
Dîdevan dibêjin ku Hoegel bi derzîyê dermanên jahrîn dida nexweşên bin çavdêrîya xwe û dû re jî xwe nîşan dida ku wan nexweşan rizgar dike.
Hoegel li dadgehê got ku lêborîna xwe pêşkêşî xizimên qurbanîyan kir û ji wna xwest ku wî bibexişînin.
Hoegel bi 100 kuştinkarîyên di navbera 2000 û 2005’an de dihat sucdar kirin û wî 43 ji wan kuştinan qebûl kiri, lê yên din red kirin.