Li Şeş Taxên Nisêbînê Qedexa Şevê Hat Rakirin

Piştî ku li Nisêbînê xweserî hatibû ragihandin, şeş caran li navçê qedexe hat îlan kirin, lê qedexa herî dirêj ya ku 14'ê Adara 2016'an de hat îlan kirin.

Di 24'ê Tîrmeha 2016'an de rabû, lê qedexe li ser şeş taxên ku pevçûnên giran çêbibûn, dewam kir.

Li taxên Dîcle, Ferat,Yenîşehir, Kişla Abdulkadîr Paşa, Zeynel Abîdînê 9500 xanî hatin ruxandin, kûçe û kolan neman.

Ferhat Kurt

Rêvebirê HDP'ê ya Nisêbînê Ferhat Kut destnîşan kir ku li ser her şeş taxan qedexeya qismî dewam dikir, lê hefta borî ew jî bi dawî hat.

“Li şeş taxan 9500 xanî hatin xirab kirin, 45 hezar rûniştvan koç kirin, lê ji wana 20 hezar rûniştvan venegerîn Nisêbînê.”

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_04_23_2018