Şandeya sîyasetvanên Kurd serdana xwe ya Amerîkayê dawî anî û roja Duşemê vegerîya Tirkîyê.
Kurdên ku li Washingtonê dijîn li Firîngeha Dulles'ê li benda hatina şandeya BDP'ê ne
Şandeya Partîya Aştî û Demkokrasîyê (BDP) ku ji Hevserokên partîyê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş, Serokê Kongreya Civata Demokratîk (KCD) Ahmet Turk û parlamanterê BDP’ê yê bajarê Wanê Nazmî Gur pêk dihat, piştî hevdîtinên xwe yên li paytaxt Washington, New York û San Fransico vegerîyan Stenbolê.
Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de Serokê Komela Nivîskarên Kurd, Şêxmûs Sefer dibêje, mafê BDP’ê heye ku serdana Amerîkayê bike û sîyaseta xwe ji karbidestên wî welatî re dîyar bike.
Kerem kin bi lînka “Guhdarî kirin MP3” jorîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.