Hilbijartina Serokomarê Îraqê di Navbera Pêşwazî û Redkirinê de

Serokomarîya Îraqê

Piştî ku roja Şemîyê birêz Nizar Amêdî wek Serokomarê Îraqê di civîna parlamenê de hat hilbijartin, ev bû sedema derketina reaksyonên cuda, hin alîyan pêşwazî li biryara hilbijartinê kir û hin alîyên din jî weke Partî Demokratî Kurdistan (PDK) şêweyê hilbijartina serokomar bi daxuyanîyekê red kir.

Buroya siyasî ya PDK'ê roja Şemîyê daxuyanîyek weşand û got "Em mekanîzmeya ku ji bo hilbijartina serokomar pêkhatî red dikin."

Di daxuyanîyekê de PDK'ê got ku ‘kesê’ wekî Serokomar hatiye hilbijartin "derveyî rêziknameyên navxweyî yên parlemanê û mekanîzmaya lihevkirî ya di navbera hêzên siyasî yên Îraqê de ye."

PDK, ragihand ku ew fraksyona xwe ya parlemenê û wezîrên di hikûmeta federal de, dê bangî Herêma Kurdistanê bikin, da ku bişêwirin û rewşê binirxînin.

Derbarê helwesta PDK'ê, endama parlamanê Îxlas Dilêmî ji Fraksyona PDKê ya Parlemana Îraqê gote Dengê Amerîka "Rûniştina Parlemenê ya hilbijartina serokomar ji bo me ya zelal bû, ji ber ku me zanîbû ku serokê YNK’ê Bafel Talebanî hevkarîyek pêşwext bi partîyên şî’a re ku xwedî mîlîşyane kirî ye."

Îxlas Dilêmî - Endama Parlemena Îraqê (PDK)

Dilêmî dibêje, "Dîsan ji bo wan zelal bû ku endamên gelek partîyan di parlemenê de dengê xwe nadin berbijarê PDK’ê ji ber ku piranîya wan partîyan xwedî mîlîşyane yên ku berdewam Hewlêrê bombebaran dikin," Îxlas Dilêmî her weha got "çekdarên wan partîyan bi behaneya ku bingehên Amerîkî hene rojane êrîşî herêma Kurdistanê dikin."

Dilêmî got ku niha endam parlemen û kesên beşdar di hikûkmeta fedral de yên girêdayî PDKê ne, derbarê mijarê niha dicivin û dişêwrin, "lê em nizanin ka dê serkirdayetîya PDK çi biryar bide, ka ewê vekişin, yan bimînin."

Derbarê heman mijarê birêz Nizar Heyder, Rêveberê Navenda Ragihandina Îraqî li Washington gote Dengê Amerîka "Helbet alozîya hilbijartina Serokomar yek ji zincîre alozîyan e, yên ku piştî hilbijartina Mijdara sala borî li Îraqê pêk hatin, ew jî ji ber çend sedeman ya yekê lihevnekirina PDK û YNK li ser berbijarekî, sedema din derketina şer bû li herêmê û alozîyên di navbera Hewlêr û Bexda ji alîyekî û yên Hewlêr û Silêmanîyê li alîyek din, herwiha bombebarana Hewlêr ji alîyê mîlîşyayên girêdayî Îranê ve."

Nizar Heyder - Rêveberê Navenda Ragihandina Îraqî li Washington

Nizar Heyder got, "Nakokîyên di nava Çarçoveya Hemahengîyê de, tolhildana enîya Teqedûm ya Sinî ji PDKê ji ber ku PDK li dij berbijarîya Mihemed Helbûsî bû ku cardî bibe serokê parlemenê, ji ber wê yekê pirsa hilbijartina Serokomar pirsek aloz û nakokbar e."

Alîyên Îraqî û beşdarên dengdanê di piroseya hilbijartina serokomar de dibêjin, mesele destûrî û demokratî bû, lê nûnerên PDK dibêjin hilbiajrtina Nizar Amêdî ne li gor rêzikname ya parlemenê û lihevhatina di nava hêzên siyasî yên Îraqî de bû.

Piştî ku doh Nizar Amêdî wek serokomar hat hilbijartin û sonda serokatîyê xwar, îro Yekşemê bi merasîmekê dest bi kar kir.