Xelata Aştîyê ya Nobelê ya sala 2026’an hat dayîn bo Navi Pillay. Pillay parêzereke 85 salî ya ji Afrîqaya Başûr e û berê Komîsera Bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Mafên Mirovan bû.
Ev xelat ji ber hewldanên wê yên ji bo berevanîya qanûnên navneteweyî û pêşxistina aştîyê li cîhanê hate dayîn.
Komîteya Nobelê ya Norwêcê îro Înê 9’ê Cotmehê ragihand ku xelat dane Pillay. Ev xelat ji ber xebata wê ya bi dehan salan a ji bo bihêzkirina sazîyên yasaya navneteweyî û dadgehkirina tawanbarên şer, tawanên li dijî mirovahîyê û jênosîdê hate dayîn.
Serokê Komîteya Nobelê ya Norwêcê, Jorgen Watne Frydnes, di dema eşkerekirina xelatê de ragihand ku xelata îsal ji kesekî re diçe ku bi "wêrekî û dilpakîya xwe ya bêhempa" rê li ber pergaleke yasayî ya berfirehtir li cîhanê vekirîye.
Wî herwiha tekez kir ku Navi Pillay di hewldanên navneteweyî de roleke mezin lîstîye ji bo dadgehkirina tawanbarên şer, tawanên li dijî mirovahîyê û jînosîdê.
Komîteya Nobelê bal kişand ser karên wê yên berê û got ku xebatên vê parêzerê nîşan didin ku pergalên yasayî yên navneteweyî dikarin rê li ber şer û tundûtûjîyê bigirin û dadperwerîyê ji bo qurbanîyan bînin.
Îsal 287 kes û sazî ji bo Xelata Aştîyê ya Nobelê bûn namzed. Ji van 208 kes bûn û 79 jî rêxistin bûn.