Koşka Sipî Salvegera 82'an a Operasyona Normandy Pîroz Dike

Arşîv: Bîranîna Normandy

Koşka Sipî roja Şemîyê salvegera 82'an a êrîşa ser Normandy li Fransayê bibîr anî.

Ligel daxuyanîya li ser X'ê hate belavkirin, Koşka Sipî wêneyeke hunerî belav kir ku leşkerên Amerîkayê ji keştîyeke cengê derdikevin.

Di vê roja dîrokî de, ku wekî (D-Day) tê naskirin, welatan hevalbend di sala 1944'an de li peravên Normandy êrîşeke mezin li dijî Almanyaya Nazî dest pê kir. Di dawîyê de ew operasyon bû sedema bidawîhatina rejîma Nazî û kontrokirina Almanyayê.

Operasyona dîrokî ya Normandy di 6'ê Hezîrana 1944'an de dest pê kir û wekî xaleke werçerxê di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de tê hejmartin. Wê rê li ber rizgarkirina Ewrupaya Rojava ji dagirkerîya Nazîyan vekir.

Wezîrê Cengê yê Amerîkayê Pete Hegseth jî ser salvegera Normandy peyayemk kurt li ser platforma X'ê weşand û got "Berî 82 salan, hêzên hevalbendan peravên Normandy xistin nav dojeha şer -- Ji bo azadîyê bersiv da û erka xwe bicî anî."

Hegseth got: "Îro, em wêrekîya wan bi rêz digirin, qurbanîya wan bibîr tînin, û ji bo azadîya ku wan ji bo nifşên siberojê bi dest xistiye her û her spasdar in."

Li gor hin çavkanîyan, her çend Kurdan beşdarî operasyona Normandi nekir be jî, wan bi beşdarbûna xwe di Hêzên Aşûrî yên Iraqê de, yên ji hêla Brîtanyayê ve hatibûn damezrandin, kiribû. Wan herwiha bi rêya beşdarî di hêzên Yekîtîya Sovyeta berê de rolek di têkbirina Nazîzmê de lîstin.