Hêzên Koreya Başûrî û yên Amerîkî Hember Ceribandina Bakur di Hişyarîya Bilind de ne

Firoeke Amerîkî li Koreya Başûr e. Nîsan 10, 2013

Hêzên Koreya Başûrî û yên Amerîkî di hişyarîya bilind de ne, li hember ceribandina muşekî ya Koreya Bakur.

Karbidestên leşkerî dibêjin, tevî ku ew nizanin ceribandin kengê bê kirin jî, ew her dem amade ne.

Wezareta Berevanî ya Koreya Başûrî îro Pêncşemê got, li vê demê ku ew liv û hareketên
Bakur ji nêzîk ve dişopîne, hêzên wê li hember êrîşln Bakur di rewşeke hazir de ne.

Karbidestekî Koreya Başûrî got, îhtîmal heye ku ceribandin berî Duşemê anku berî rojbûna rêberê damezrênerê Koreya Bakur, Kim Il Sung were kirin.