Tirkîye Dibêje Divê Rizgarkirina Reqqa Piştî Dawîbûna Operasyona Mûsilê Destpê Bike

Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Numan Kurtulmus

Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Numan Kurtulmus îro Duşemê got, Tirkîye dixwaze ku operasyona derxistina DAIŞ'ê ji bajarê Reqqa, piştî temambûna operasyona Mûsilê û ya bakurê Sûrîyê destpê bike.

"Ji alîyê leşkerî û stratejîk wê bibe biryareke rast ku operasyona Reqqa piştî operasyona Mûsilê û Mertala Firatê ya Tirkîyê bi cîh were," Kurtulmuş îro li Enqerê ji peyamhinêran re got.

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Ashton Carter hefteya çûyî gotibû ku operasyona rizgarkirina Reqqa bi ya Mûsilê re di heman demê de were kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku hêzên Îraqî û yên Kurdî di 18'ê Cotmehê de dest bi operasyona azadkirina Mûsilê kiriye û hêzên koalîsyona navnetewî ya bi rêbertîya Amerîka jî, bi êrîşên esmanî piştgirî dide vê operasyonê.